Şam-SANA
- Çawa ku Xwedê em bi rizgarîyê rûmetdar kirin, wê me bi çareserîyên kêşeyên me jî yek li pey yekê rûmetdar bike.
- Em ne di demekê de ne ku serok biryara her tiştî dide.
- Qanûn e ya ku divê mafê rayedaran û mafê gel biparêze.
- Peymana bi QSDê re heta dawîya serê salê ye.
- Li Siwêdayê birînek heye, heta ku derman bibe, bi hewceyî hinek wext e.
- Berjewendîya Siwêda û Bakurê Rojhilatê Sûrîyê bi Şamê re ye.
- Pêkhateya Ereb li Bakurê Rojhilatê Sûrîyê bêhtirî %70 ye.
- Piştî hilbijartinan, dê destûrek were nivîsandin û dê gelek hûrgulî tê de hebin.
- Divê em zanibin ku em di qonaxeke demkî û veguhêz de ne û vê yekê li ber çav bigirin.
- Sûrîye karî têkilîyeke baş bi Amerîka û Welatên Rojava re ava bike.
- Rûsya welatekî girîng ê cîhanê ye û endamekî Encuman Ewlekarîyê ye.
- Sûrîye naxwaze bi tu welatî re di rewşeke tevlihev û aloz de be.
- Îsraîlê hilweşîna rejîmê wekî vekişîna Sûrîyeyê ji peymana 1974an hesiband.
- Sûrîyeyê têkilîyên xwe yên navneteweyî û herêmî bi lez ji nû ve ava kirin.
- Niha li Sûrîyeyê di gelek waran de xebat berdewam e, di nav wan de çandinî.
- Her desthilatdarîyek du erkên sereke hene: Parastina gel û misogerkirina debara wan.
- QSD tevahîya Kurdan temsîl nake