Menama-SANA
Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen El-Sefedî û Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebdullatîf bin Raşid El-Zeyanî, tekezî li ser piştgirîya welatên xwe ji hikûmeta Sûrîyê re di pêvajoya nûveavakirinê û dabînkirina ewlehî, aramî, serwerî û parastina yekparçeyîya xaka Sûrîyê û saxlemîya welatîyên wê de kirin.
Ev daxuyanî di çarçoveya hevdîtinên li Menamayê de hat, ku tê de geşedanên herêmî û navdewletî û hewldanên dabînkirina ewlehî, aramî û aştîyeke adil û giştgir li herêmê hatin gotubêjkirin.
Her du wezîran tekezî li ser pêwîstîya çespandina agirbestê li Xezeyê û derbasbûna qonaxa duyemîn a peymanê li gorî plana Amerîkî kir, her weha giringî dan gihandina alîkarîyên mirovî bi awayekî bilez ku têra hewcedaran bike.
Di hevdîtinê de piştgirîya xwe ji Libnanê û ewlehî û aramîya wê re, her weha piştgirîya hewldanên çareserkirina qeyranên li Yemen û Sûdanê bi awayekî ku daxwazên gelên her du welatan bi cih bîne, nîşan da.
El-Sefedî beşdarî di Roja Dîplomatîk a Mîrnişînîya Behreynê de kir û girîngîya endametîya wê di Encumena Ewlehîyê de anî ziman.