Roma-SANA
Şandeya Sûrîyê bi serokatîya Wezîra Karûbarên Civakî û Kar Hind Qebewat, û bi amadebûna Karbidestê Balyozxaneya Sûrîyê li Romayê Balyoz Husên El-Sebax, beşdarî civîna Komîteya Rênîşander a Platforma Dîyalog û Hevkarîyê ya di navbera Sazî û Serkirdeyên Olî yên Pirreng li Herêma Erebî bû; civîn li Romaya paytexta Îtalyayê hat lidarxistin.
Di civînê de, hejmarek serkirdeyên olî, dîplomatîk û kesayetên pêwendîdar bi dîyaloga di navbera ol û çandên cuda cuda de beşdar dibin; di nav wan de, Sekreterê Giştî yê bi Wekalet ê Navenda Cîhanî ya Şah Ebdilah bin Ebdilezîz ji bo Dîyaloga di navbera Şopînerên Olan û Çandan de (KAICIID) Balyoz Antonio de Almeida Ribeiro, Serokê Beşê Dîyaloga di navbera Olan de li Kursîyê Pîroz Kardînal George Jacob Koovakad, Metropolîtê Xelqîdonyê Emanuel, Keşe Laurent Basanese, ligel Metranê Safîtayê yê Romên Ortodoks Metran Dîmêtrî Şerbek û Birêvebirê Mezin ê Bernameyên Herêma Erebî li Navenda “KAICIID”ê Wesîm Hedad.

Beşdaran, di civînê de rewşa vêga ya herêmê û rengvedanên wê li ser pêwendîyên di navbera bawermendên olan û pêkhateyên cuda cuda yên civakê de, her wiha kêşeyên li hemberî hewldanên dîyalog û pêkvejîyanê gotûbêj kirin; ligel rêyên bihêzkirina hevkarîyê û destpêşxerîyên hevpar û piştgirîya aştî û hevgirtina civakî.
Civînê, projeya dîyaloga Îslamî-Îslamî, û encamên rêçên dîyaloga Îslamî-Îslamî li Hewlêr û Libnanê û asoyên pêşxistina wan nirxandin, ligel hejmarek dozên lezgîn û derfetên berdest ji bo bihêzkirina dîyalog û hevkarîyê li herêmê.
Di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, Wezîr Qebewat girîngîya bihêzkirina nirxên pêkvejîyan û dîyalogê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûrîyê de tekez kir, û destnîşan kir ku beşdarîya Sûrîyê di qad û platformên navneteweyî de, beşdarîyê di bihêzkirina hebûna wê, pevguhertina şarezayî û ezmûnan û piştgirîya hewldanên avakirina aştîya civakî de dike.

Ji alîyê xwe ve, Birêvebirê Mezin ê Bernameyên Herêma Erebî li Navenda “KAICIID”ê Wesîm Hedad, di daxuyanîyeke hevwext de girîngîya beşdarîya Sûrîyê di platforma dîyalog û hevkarîyê de dupat kir, nexasim di qonaxa nû de ku Sûrîye ketiye navê û vebûna Ewropî û navneteweyî ya li ser wê, her wiha tekezî li ser girîngîya piştgirîkirina dîyalog û aştîya civakî li Sûrîyê kir.





