Şam – SANA
Sûrîyê êrîşên berdewam ên Îranê ku dewleta Urdinê dikin armanc şermezar kir û dupat kir ku ev êrîş binpêkirineke nayê pejirandin a serwerîya dewletan û dijberîyeke eşkere ya prensîbên yasaya navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî ne.
Îro Çarşemê, Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de tekezî li ser pêwîstîya rawestandina van êrîşan kir; her wiha piştgirîya tam a Sûrîyê ji bo Urdinê û rawestana wê ya li kêleka wê di wan hemû pêngav û rêkaran de ku ji bo parastina serwerî, ewlehî û yekparçeyîya xaka xwe digire destnîşan kir, û banga xwe ya ji bo rêzgirtina li serwerîya dewletan û destêwernedana di karûbarên wan ên navxweyî de dubare kir.
