Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro Çarşemê li Şama paytext, pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Koçberan ê Urdinê Eymen El-Sefedî kir.
Di hevdîtinê de pêwendîyên dualî yên navbera her du welatan û xurtkirina hevkarîyê di hemû waran de, ligel amadekarîyên gera sêyemîn a Encumena Hevahengîyê ya Bilind ku biryar e di Cotmeha bê de li Şamê were lidarxistin, hatin gotûbêjkirin.
Her wiha geşedanên rewşa başûrê Sûrîyê û rêça cîbicîkirina nexşerêya sêalî ya di navbera Komara Erebî ya Sûrîyê, Urdin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ya têkildarî parêzgeha Siwêdayê hatin nirxandin.





