Beyrût-SANA
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, tekez kir ku yasaya lêborîna giştî ya nû ya Libnanê (jimar 70 ku di 4ê Îlonê de hatiye derxistin) girtî û binçavkirîyên Sûrî, Libnanî û ji bilî wan jî li gorî mercên dîyarkirî li xwe digire; Sûdwergirtin ne bi regeznameyê yan welatîbûna Libnanê, lê bi cureyê sûc û dîroka kirina wî ya berîya 1ê Adara 2026an ve girêdayî ye.
Rêveberê Torê, Fedil Ebdilxenî, dîyar kir ku yasa biryara tunekirina doza mafê giştî û çavgirtina ji cezeyên sereke dide, her wiha hinek cezeyan kêm dike û kesên ku maweya binçavkirina wan a bê hukimê dadgehê li wan hatibe bîrrîn ji 12 salan derbas bûye, serbest berdide. Li alîyekî din da zanîn ku yasa hinek tawanan bi rengekî awarte naxe ber efûyê; wek dozên bo Encumena Dadgerî hatine veguhestin, kuştina bi zanebûn, teror, tawanên leşkerî, xîyanet û sîxurî.
Ebdilxenî bal kişand ser nebûna jimar an rêjeyên fermî heta niha yên hejmara Sûrîyên ku dê sûdê ji vê lêbûrînê wergirin dîyar bike, û tekez kir ku rêjeya Sûrîyan di girtîgehan de (ya ku digihîje 28.95% ji hejmara giştî ya girtîyan ku 6212 ye, li gorî Desteya Neteweyî ya Mafên Mirovan) rêjeya kesên ku dê sûdê wergirin nîşan nade, ji ber ku pêdivîya destnîşankirina wê bi lêkolîna her dosyekê bi tena wê heye.
Sebaret bi çarenûsa Sûrîyan piştî serbestberdana wan, Ebdilxenî dîyar kir ku radestkirina girtîyê ne-Libnanî bo Rêveberîya Giştî ya Ewlehîya Giştî li gorî bendê madeya heftem, nayê wateya dersînorkirina wî ya yekser bo Sûrîyê ye; lêbelê ew yek ji bo ku ji nû ve rewşa wî ya yasayî û mercên rûniştina wî li Libnanê bêne nirxandin, ku biryara dûrxistin, dersînorkirin an vegera wî ya bidilxwazî, girêdayî rêkar û yasayên Libnanî yên pejirandî ye.
Di dawîyê de Torê amaje bi wê yekê kir ku lêborîn rewşa sizadanê ya girtî bi dawî dike yan wê serast dike, di demekê de ku çarenûs û rewşa wî ya dawî piştî serbestberdanê, girêdayî lêkolîna her rewşekê bi tena wê ye.