Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, duh Yekşemê, jinûvedestpêkirina karên balyozxaneya Komara Erebî ya Sûrîyê li Dewleta Lîbyayê ya bira, piştî qutbûneke nêzîkî çardeh salan ragihand. Piştrast jî kir ku ev gav dê têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de xurt bike û beşdarî pêşkêşkirina xizmetên hêjayî endamên revenda Sûrî yên li Lîbyayê bike.
Wezîr El-Şeybanî di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê got ku alîyê Sûrî rêkeftinek ji bo jinûveçalakkirina Komîteya Bilind a Hevbeş di navbera Sûrîye û Lîbyayê de îmze kiriye, bi rengekî ku ligel geşedanên sîyasî yên li her du welatan bimeşe.
Wezîr El-Şeybanî spasî û pêzanînên xwe yên kûr pêşkêşî Serokê Encumena Wezîran a Lîbyayê Ebdilhemîd El-Debîbe, Berpirsê birêvebirina karûbarên Wezareta Derve û Hevkarîya Navneteweyî Tahir El-Ba’ûr, Wezîrê Petrol û Gazê Xelîfe Ebdilsadiq û Serokê Encumena Birêvebirinê ya Sazîya Veberhênanê ya Lîbyayê Elî Mehmûd Hesen kir, ji ber pêşwazîya germ û girîngîdana mezin bi xurtkirina têkilîyên biratî û dîrokî yên ku her du welat û gelên bira digihînin hev.
Wezîr El-Şeybanî her wiha kêfxweşîya xwe bi hevdîtina endamên revenda Sûrî li Lîbyayê û dîyaloga bi wan re anî ziman, û tekez kir ku ew di avakirina Sûrîya nû de -ya ku şayesteyî hemû zarokên xwe ye- stûnekî sereke ne û dê di rêwîtîya avakirina nû û vejînê de hevkarmendên resen bimînin.