Şam-SANA
Rêveberê Rêveberîya Hesabpirsîn û Sizadanê li Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz Parêzer Redîf Mistefa, piştrast kir ku Dadgeha Tawanan a Çarem a taybet bi dadwerîya veguhêz, di biryara xwe ya îro Duşemê ya derbarê cezayê zindana hetahetayê li ser tawanbar Ehmed Hesûn, pîvanên navdewletî yên girêdayî tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê yên ku bi awayekî berfireh û sîstematîk hatine encamdan, pejirandin.
Parêzer Mistefa di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku tawanbar Hesûn bi rêya handan, propagandaya ragihandinê û piştgirîkirina hinek komên çekdar ên wekî (Lîwaya Quds)ê tevlî van tawanan bûye.
Navborî destnîşan kir ku cezayê hetahetayê cezayekî dadmendane ye û di çarçoveya wan cezayên giran de tê ku li ser dozên bi vî rengî tên birîn; ji ber ku di pratîka navdewletî de mînakên bi vî rengî hene û biryarên wiha li ser wan hatine dayîn.
Parêzer Redîf Mistefa anî ziman ku Ehmed Hesûn bi zanebûn beşdarî van tawanan bûye û wî encamên daxuyanîyên xwe û piştgirîya xwe ya manewî ji bo rejîma tawanbar dizanibû, yan jî divîyabû bizanibûya; ew rejîma ku tawanên hovane li dijî gelê Sûrîyê pêk anîn.
Li dawîyê, Mistefa bal kişand ser wê yekê ku divîyabû tawanbar tê bigihişta ku wê roja hesabpirsîn û sizadanê bê û tu kes ji cezayê dadgehê rizgar nabe.