Şam-SANA
Nûnerê Herdemî yê Komara Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî destnîşan kir ku serdana dîrokî ya ku vêga Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bo Şamê pêk tîne, nîşana girîngîdana vê rêxistina navneteweyî ye bo destkeftên Sûrîyê û xwesteka wê ya ji bo hevgavbûna bi qonaxa nû re ku Sûrîyê tê re derbas dibe raber dike.
Îro Şemîyê, Ulebî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku Guterres bi vexwendina fermî ya hikûmeta Sûrîyê serdana Şamê dike.
Ulebî her wisa bal kişand ser wê yekê ku Guterres xwestiye pîrozbahîyê li serkeftinên Sûrîyê bike ku îro li ber çavê cîhanê bûye “çîrokeke serkeftinê”; ev yek jî ji şopandina wî ya rojane ya li navenda Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tê hestkirin.
Îbrahîm Ulebî da zanîn jî ku ev serdan ne tenê di çarçoveyeke sembolîk de ye, lê belê mijarên rasterast girêdayî jîyana Sûrîyan li xwe digire.
Navborî dîyar kir ku di gotûbêjên Guterres û Wezîrê Derve Es’ed Hesen El-Şeybanî de mijarên wekî “başbûna zû”, rewşa kampan û veguhertina alîkarîya mirovî bo piştevanîya geşepêdanê hatine nirxandin, da ku veberhênan bên kişandin û têkilîyên bi civaka navneteweyî re werin xurtkirin.
Her wiha di civînê de behsa binpêkirinên Îsraîlê yên li ser xaka Sûrîyê jî hat kirin.
Nûnerê Herdemî yê Sûrîyê li NY Îbrahîm Ulebî di dawîya axaftina xwe de anî ziman ku ev serdan di heman demê de xwedî rehendên pratîkî, sîyasî û sembolîk e; xasma ku ev piştî gelek salan yekem serdana sekreterekî giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye bo Sûrîyê: “Ev yek girîngîya qonaxa ku Sûrîyê tê re derbas dibe û balpêdana navneteweyî ya ku her diçe zêdetir dibe nîşan dide”.