Lahay-SANA
Dozgerîya Giştî ya Holendayê îro Çarşemê daxwaza sepandina cezayê herî giran li ser serkirdeyê berê yê milîsên “Berevanîya Niştimanî” Refîq El-Qetrîb kir. Ev daxwaz di dawîya parastina dozgerîyê de li pêşberî dadgeha Lahayê di dozeke têkildarî pêkanîna tawanên li dijî sivîlan li Sûrîyê hat kirin, ku tê de daxwaza 30 sal cezayê girtîgehê hat kirin.
Dozgerîyê bal kişand ser hebûna neh gilîkaran û belgekirina şeş bûyerên girêdayî tundîya zayendî. Hat destnîşankirin ku ev kiryar di çarçoveya sîyaseta çewisandina sîstematîk de li navendên girtinê hatine kirin û tawanbar El-Qetrîb amûreke rasterast bû di cîbicîkirina wan de.
Her wiha dozgerîyê tekez kir ku tawanbar rastî ti nexweşîyên derûnî nehatiye ku bandorê li ser berpirsyarîya wî ya tawankarîyê bikin. Hate gotin jî ku wî di dema dadgehkirinê de bi henekpêkirin û sivkkirina qurbanîyan û tawanbarkirina wan a kesane tevgeriyaye, ku ev yek nîşana bêrêzîya wî li hemberî qurbanîyan e.
Dozgera Giştî Mirjam Blom di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê got: “Ev doz wekî pêşîneyeke dîrokî tê hesibandin, ji ber ku ev cara yekem e ku tawanên destdirêjî û tundîya zayendî wekî ‘tawanên li dijî mirovahîyê’ li pêşberî dadgeheke Holendayê tên raberkirin.”

