Enqere-SANA
Serokkomarê Tirkîyê Receb Tayyîb Erdogan tekezî li ser girîngîya peymana yekbûna tam a Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de kir ji bo pêkanîna aştî û aramîya mayînde li herêmê, û girîngîya parastina serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê dûpat kir.
Erdogan destnîşan kir ku Tirkîye dê her dem di şerê li dijî terorê de li gel Sûrîyê be û ew dê gelê Sûrîyê bi tenê nehêlin. Wî tekez kir ku serdema terorê li herêmê bi dawî bûye û divê daxwazên agirbestê li Sûrîyê û yekbûna tam a HSDê di nav sazîyên dewletê de werin cîbicîkirin.
Serokkomarê Tirkîyê her wiha got ku welatê wî “dê li dijî her destwerdaneke ku hewl dide herêma me ber bi nediyarîyê ve bikişîne bisekine, ew jî bi rêya sîyaseta me ya derve ku aştî û aramîyê bingeh digire.”