New York-SANA
Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî duh bi yekdengî biryarek pejirand ku tê de erkê Hêza Çavdêrîya Veqetandina Hêzan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Colana Sûrîyê ya dagirkirî “UNDOF” ji bo 6 mehan nû dike.
Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li NY Îbrahîm Ulebî di axaftina xwe de li rûniştina Encumena Ewlekarîyê tekez kir ku Îsraîla dagirker hîn jî peymana veqetandina hêzan a sala 1974an paşguh dike û derbasbûn û êrîşên xwe li başûrê Sûrîyê berdewam dike.
Ulebî dîyar kir ku nêzî 60 salî ye Îsraîl dagirkirina Colana Sûrîyê berdewam dike, û NY di gelek boneyan de pesnê pabendbûna Sûrîyê da ji bo hêsankirina karê hêza UNDOFê û dabînkirina jîngeheke ewle ji bo wê bêyî astengî û metirsî.
Hêjayî gotinê ye ku hêza UNDOFê ya navdewletî di 31ê Gulana 1974an de hatiye damezrandin, û ji wê demê ve karê xwe li herêmê berdewam dike ji bo serpereştîya cîbicîkirina peymana veqetandina hêzan.