Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump, ked û bizava Serok Ehmed El-Şeri’ bo Sûrîyê bilind nirxand, û hêvîya xwe derbarê ku Sûrîye û Îsraîl di nav xwe de bigihîjin lihevkirinekê anî ziman.
Dazgehên ragihandinê li ser zarê Trump veguhastin ku îro di dema pêşwazîkirina wî ji serokwezîrê Îsraîla dagirker re li eyaleta Floridayê gotiye: “Ez rêzê li Serok El-Şeri’ digrim; ew zilamekî bihêz e û ji bo geşepêdana welatê xwe karekî baş dike.” Her wiha anî ziman ku ew hêvî dike lihevkirin di navbera Sûrîye û Îsraîlê de çêbibe.
Serokê Amerîkayê di 16ê vê mehê de jî tekez kiribû ku tiştê îsal li Sûrîyê pêk hatiye “pir baş bû”, û gotibû ku Amerîka bi hemû hêza xwe hewl dide aştîyeke mayînde li Rojhilata Navîn pêk bîne, û Şam beşeke bingehîn a vê aştîyê ye.
Derbarê Xezeyê de, Trump got ku ew dixwaze Filistînî û Îsraîl di zûtirîn dem de bigihîjin qonaxa duyemîn a peymana agirbestê, û bal kişand ser hewldanên xwe yên ji bo xurtkirina tevgereke nû ji bo lihevkirinê.