Şam-SANA
Sûrîyê pêşwazî li rakirina tevahî ya Qanûna Qeyserê û rêkarên wê kir, ku bandor li hemû alîyên jîyana aborî û debara xelkê kiribûn. Sûrîyê destnîşan kir ku ev pêngav pêşketineke girîng e û dê bibe alîkar ji bo sivikkirina barê li ser milê gelê Sûrîyê.
Wezareta Karên Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de îro ragihand: “Sûrîye spasîya xwe û pêzanînên xwe pêşkêşî Amerîkayê dike. Her wiha spasîya welatên bira û dost dike ku bi helwest û hewldanên xwe yên dîplomatîk, piştgirîya hewldanên bidawîkirina van cezayan kirin.”
Îro berê sibehê, Serokê Amerîkayê Donald Trump qanûna budceya Wezareta Bergirîyê ya sala 2026an îmze kir, ku tê de xaleke taybet ji bo betalkirina temamî ya Qanûna Qeyserê heye. Ev qanûna ku ji sala 2019an ve li ser Sûrîyê hatibû ferzkirin, bi vê îmzeyê bi fermî hat betalkirin.