New York-SANA
Nûnerê Herdemî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî, Îbrahîm Ulebî, tekez kir ku serdana şandeya Encumena Ewlekarîyêbo Sûrîyê û piştgirîya wê jê re, ji encamên têkilîyên wê yên navneteweyî yên erênî ne.
Ulebî got ku şandeyê binpêkirinên Îsraîlê ji serwerîya Sûrîyê re û wêranîya li Şamê, bi taybetî li taxa Coberê, ji nêz ve dîtin, her wiha li qebareya wêranîya ku ji encama şer çêbûye temaşe kirin.
Li alîyê din, şandeyê vîyana Sûrîyan ya xurt û pêşketinên ku di warên cuda de pêk anîne dîtin, ku başbûneke berçav di hemû warên jîyanê de peyda bûye.
Uelbî tekez kir ku hikûmet bi berpirsyarî ji zû ve bi pirsgirêkên ku li Sûrîyê hene mijûl dibe, û ev yek bi rêya kar û xebata sazîyên dewletê, komîteyên lêkolînê û desteyên niştimanî pêk tê.
Her wiha got ku hikûmeta Sûrîyê nehişt rewş aloz bibe û dest bi pêvajoyeke sîyasî ya neteweyî ya berpirsyar ji bo qonaxa veguhêz kir, bi rêya parastina sazîyên dewletê û avakirina dewleta yasa û geşepêdanê.
Di dawîyê de dîyar kir ku helwestên dewletên Encumena Ewlekarîyê, nîşana hemfikrîya navnetewî ji bo piştgirîya Sûrîyê ye, da karibe pêşeroja xwe ava bike.