Wașington-SANA
Îro, Encumena Nûneran a Amerîkî, bi piranîya dengan, li ser rakirina cezayên ku li gorî “Qanûna Qeyser”ê li ser Sûrîyê hatibûn ferzkirin, erê kir, ew qanûna ku di Kanûna Pêşîn a 2019an de wek biryar ji alîyê Amerîkayê ve, ji bo cezakirina rejîma hilweşîyayî li ser tawanên şer ên ku di salên Şoreşê de li dijî gelê Sûrîyê pêk anîbûn, hatibû pejirandin.
Hilanîna Cezayên Qeyserê bi awayekî tam û bê şert û merc e, di çarçoveya madeyekê de ku di Qanûna Budceya Wezareta Berevanîyê ya Amerîkî ya sala 2026an de cih girtiye, piştî xebateke dîplomatîk a berfireh a Hikûmeta Sûrîyê, bi piştgirîya revenda Sûrî û Rêxistinên Sûrî-Amerîkî yên çalak li Wașingtonê, ligel piştgirîya dewletên bira û dost ên ku bi rêveberîya Serok Donald Trump re xebitîn ji bo rakirina van cezayên ku barê Sûrîyan giran kiribûn.
Serokê Karûbarên Sîyasî yê Encumena Sûrî-Amerîkî, Mihemed Ela’ Xanim, ji SANAyê re got: “Civata Nûneran projeqanûna Budceya Wezareta Berevanîyê ya sala 2026an pejirand, û di nav de madeya hilanîna bê şert û merc a Qanûna Qeyserê ji ser Sûrîyê heye, di dengdanê de 312 nûneran li ser erê kir û 112 li dijî wê derketin, di encamê de hat pejirandin.”
Ji alîyê xwe ve, Endamê Encumena Sûrî-Amerîkî Ebdulhefîz Şeref got: “Piştî erêkirina qanûnê di Encumena Nûneran de, proje diçe Encumena Senatoran, ji ber ku hin serrastkirinên qanûna budceyê hene, tu têkilîya wan bi Sûrîyê tuneye. Ji ber vê yekê, dibe ku dengdaneke din di Encumena Senatoran de li ser qanûna budceyê bi giştî hebe, dengdan ne têkildarî mijara Sûrîyê ye. Hilanîna Cezayên Qeyserê ji ser Sûrîyê dê bi awayekî hêsan derbas bibe û bigihîje ofîsa Serokê Amerîkayê da ku dawîyê ew jî îmze bike.”