Waşington-SANA
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku hemû rêkarên li ser nûnertî û balyozxaneya Sûrîyê li Waşingtonê hatine rakirin, ku ev yek rê li ber vekirina wê piştî zêdetirî deh salan ji girtinê vedike.
Wezîrê Karên Derve û Penaberan Es’ed Hesen El-Şeybanî li ser (X)ê got: “Me biryareke îmzekirî ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio wergirt, ku tê de tê gotin ku hemû tedbîrên yasayî yên ku berê ji alîyê Amerîkayê ve li ser nûnertîya Sûrîyê û balyozxaneya Komara Erebî ya Sûrîyê li Waşingtonê hatibûn sepandin, hatine rakirin.”
El-Şeybanî her wisa got: “Di çarçoveya plana stratejîk a Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê de, Sûrîye îro dîsa dikare rola xwe ya dîplomatîk bi azadîyeke tevahî li ser axa Amerîkayê bilîze.”
Bi beşdarîya El-Şeybanî û Rubio û çend karbidestên her du alîyan, Serok Ehmed El-Şeri’ li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civîneke fermî pêk anî. Di civînê de, rêyên geşepêdana têkilîyên dualî yên Sûrî-Amerîkî û pêşvebirina hevkarîyê di warên cuda cuda de, her wiha gengeşekirina çend mijarên herêmî û navdewletî yên girîng hatin gotûbêjkirin.