London-SANA
Brîtanyayê duh ragihand ku navê Serok Ehmed El-Şeri’ ji lîsteya cezayên wê hatiye rakirin.
Ofîsa Cîbicîkirina Cezayan a Wezareta Gencîneyê di daxuyanîyekê de ku hikûmeta Brîtanî li ser malpera xwe ya înternetê weşand, got: Wezareta Derve ya Brîtanî lîsteya cezayan nû kiriye, ku tê de cezayên darayî yên wekî cemidandina pere yan çavkanîyên aborî yên kesên ku Neteweyên Yekbûyî ceza li ser wan ferz kirine, hene.
Ofîsê dîyar kir ku navê Serok Ehmed El-Şeri’ û Wezîrê Navxwe Enes Xetab ji lîsteya yekgirtî hatine jêbirin û ji ber vê yekê ew êdî ne di bin cemidandina darayî de ne.
Ji alîyê xwe ve, Reutersê ji zarê berdevkê Yekîtîya Ewropayê ragihand ku biryara Encumena Ewlekarîya Navneteweyî ya rakirina navên Serok El-Şeri’ û Wezîr Xetab dê di tedbîrên siberojê yên YEyê de, reng vede.
Pêr Encumena Ewlekarîya Navneteweyî navê Serok Ehmed El-Şeri’ ji lîsteya cezayên navneteweyî rakir piştî ku ji bo projeyeke ku Amerîkayê pêşkêş kiribû deng dabû, her weha biryarê rakirina navê Wezîrê Navxwe Enes Xetab ji heman lîsteyê jî li xwe girt.
Biryara Encumenê berî serdana pêşbînîkirî ya Serok El-Şeri’ bo Wașingtonê roja Duşema bê hat, ku biryar e bi Serokê Amerîkî Donald Trump re bicive.