New York-SANA
Encumena Asayîşa Navdewletî deng da biryareke Amerîkî ya rakirina navê Serok Ehmed El-Şeri’ û Wezîrê Navxwe Enes Xettab ji lîsteya cezayên navdewletî.
Nûnerê Amerîkî di gotara xwe de di civîna ku derbarê vê mijarê de hat lidarxistin, got: “Niha, hikûmeteke nû ya Sûrîyê bi serokatîya Serok Ehmed El-Şeri’ heye, ku ji dil dixebite da ku pabendîyên xwe di rûbirûbûna teror û madeyên hişbir de, û jinavbirina bermayîyên çekên kîmyewî bi cih bîne, her wiha ewlehî û aramîya herêmî xurt dike û pêvajoyeke sîyasî ya bi rêveberî û xwedîdarîya Sûrîyeyê misoger dike.”
Wî her wiha got: “Bi pejirandina vê biryarê, Encumen îşareteke sîyasî ya bihêz dişîne ku piştrast dike ku Sûrîye qonaxeke nû di dîroka xwe de dest pê kiriye, piştî ku rejîma Esed hatiye rûxandin.”