Waşington-SANA
Berdevka fermî ya Koşka Spî, Karolîn Levît, ragihand ku Serok Donald Trump dê roja Duşema bê li Koşka Spî pêşwazîya Serok Ehmed El-Şeri’ bike, û destnîşan kir ku ev hevdîtin beşek e ji hewldanên dîplomatîk ên Serok ji bo pêkanîna aştîyê li seranserê cîhanê.
Levît îro di konferanseke rojnamevanî de got, li gorî tişta ku malpera Koşka Spî li ser platforma “X”ê belav kiriye: “Dema Serok Trump li Rojhilata Navîn bû, biryareke dîrokî da ku sizayên li ser Sûrîyê rake, da ku derfeteke rastîn a aştîyê bide wê. Ez bawer dikim ku me di bin serokatîya wê ya nû de pêşketineke baş di vî warî de dîtiye,” û da zanîn ku “Serok Trump karê dijwar ê ku Serok El-Şeri’ bi dest xistiye dişopîne.”
Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, pêr di dema beşdarîya xwe ya di “Foruma Dîyaloga Menamayê 2025” de, ragihandibû ku Serok Ehmed El-Şeri’ dê di meha Mijdarê de serdana paytexta Amerîka Waşingtonê bike, û jinûveavakirina Sûrîyê dê di nav gotûbêjên wî de be dema serdana Waşingtonê bike.
Serok El-Şeri’ Îlona borî serdana bajarê New Yorkê yê Amerîkayê kiribû ji bo beşdarîya di civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 80yemîn de û di wê serdanê de bi hejmareke mezin ji rêber û nûnerên welatên beşdar re civîyabû.