Rîyad-SANA
Di çarçoveya sardana xwe ya fermî ya ji bo Erebistana Siûdîyê de, Serok Ehmed El-Şeri’ îro li Rîyadê bi Wezîrê Veberhênanê yê Siûdîyê Xalid bin Ebdulezîz El-Falih re civîya.
Di civînê de, asoyên hevkarîya aborî û veberhênanê di navbera Sûrîye û Erebistana Siûdî de, awayên xurtkirina hevkarîyan di warên veberhênan, pêşveçûn û jinûveavakirinê de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku piştgirîyê bide proseya başbûna aborî li Sûrîyê û berfirehkirina asoyên hevkarîya hevpar a Erebî.
Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve û Penaberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û Wezîrê Aborîyê Dr. Mihemed Nîdal El-Şear jî amade bûn.

