Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ sibe Sêşemê bi serdaneke kar diçe Erebistana Siûdî û di vê serdanê de bi Şahzadeyê Siûdî Mihemed bin Selman re dicive û beşdarî nehemîn Konferansa Destpêşxerîya Paşeroja Veberhênanê dibe.
Rêveberîya Ragihandinê ya Serokatîya Komarê ji SANAyê re ragihand ku Serok El-Şeri’ di dema serdanê de wê bi Mîr Mihemed bin Selman re bicive da ku rêyên bihêzkirina hevkarîya hevbeş di navbera her du welatên bira de, nexasim di warên veberhênan û hevkarîya aborî de, her wiha pêşhateyên herêmî û navneteweyî yên girîng gotûbêj bikin.
Biryar e Serok El-Şeri’ di Konferansa Însîyatîfa Paşerojê ya Veberhênanê li Rîyada paytexta Siûdîyê axaftinekê bike û her wisa bi kompanîyên mezin ên veberhênanê û sazîyên aborî yên navneteweyî re jî bicive.
Şandeke bilind a Sûrî, ku ji wezîr, karbidestên bilind û pisporên niştimanî pêk tê, bi Serok El-Şeri’ re diçe konferansê. Ev gav tê wateya ketina fermî ya Sûrîyê bo nav vejîna aborî ya herêmî. Şanda ku sibe Sêşemê berê xwe dide Erebistana Siûdî, wê bi veberhênerên mezin ên cîhanî, şirketên pêşeng û sazîyên mezin ên darayî re hevdîtinan pêk bîne da ku rêgezên veberhênanê di sektorên binesazîyê, niştecîkirin, enerjî, tenduristî, teknolojî û pîşesazîyên domdar de ava bike.
Tê zanîn ku Konferansa Destpêşxerîya Paşerojê ya Veberhênanê di gera xwe ya nehemîn de sibe dest pê dike û çar rojan berdewam dike. Bi beşdarîya serok û serkirdeyên dewletan, veberhênerên mezin û biryarsazan di bin dirûşma “Kilîda Werarê” de tê lidarxistin. Tê çaverêkirin ku zêdetirî 8 hezar beşdar û 650 axêverên girîng bi rêya 250 rûniştinên dîyalogê bikişîne xwe da ku ji bo avakirina siberojeke geş û domdar ji bo mirovahîyê ji karînên teknîkî û aborî sûd wergire.