Doha-SANA
Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê, Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim Al Sanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûrîyê, Thomas Barrack, îro çend mijarên hevpar gotûbêj kirin.
Ajansa Nûçeyan a Qeterê ragihand ku di civîna xwe ya li Dohayê de, her du berpirsan pêşhateyên dawî yên li Sûrîyê û rêyên hevkarîya di navbera Qeter û Amerîkayê de ji bo piştevanîya aramîya li wir nirxandin.