Şam-SANA
Hat ragihandin Yekîtiya Ewropayê di warê piştgirîya siyasî û aborî de desteka xwe ya ji bo Sûrîyê ji nû ve destnîşan kir.
Derbarê mijarê de ji teref Berpirsê Karûbarên Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê yê li Sûriyeyê Michael Unmacht ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Michael Unmachtê Berpirsê Karûbarên Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê yê li Sûriyeyê di daxuyanîya xwe de piştgiriya aborî û civakî ya berdewam a Yekîtîya Ewrûpayê ji bo Sûriyeyê û pêvajoya wê ya siyasî piştrast kir.
Unmacht di parvekirina xwe ya li ser platforma (X)ê de derbarê mijarê de wiha got: “Ji New Yorkê heta Sûriyeyê, Yekîtîya Ewrûpayê bêyî destwerdana derve piştgirîya veguherînek aştiyane, berfireh û bi serokatiya Sûriyeyê berdewam dike.”
Berpirsê Karûbarên Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê yê li Sûriyeyê di berdewam daxuyanîya xwe de wiha got: ” Yekîtiya Ewropayê pabend e ku diyaloga siyasî bidomîne, pêdiviyên mirovî yên lezgîn bicîh bîne û piştgirîya vejîna aborî û civakî ya Sûriyeyê bike.”
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed El-Şara’ duh bi Serokê Konseya Ewropayê António Costa û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re, bi amadebûna Wezîrê Derve Asaad Hesen El Şaibanî, li kêleka civîna 80emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê civiya.
Piştî civîna ku hat kirin Costa di parvekirina xwe ya li ser platforma (X)ê de piştgiriya berdewam a Yekîtiya Ewropayê ji bo “Pêvajoyeke veguhêz a rastîn, berfireh û aştiyane ya bi serokatiya Sûriyeyê, bêyî destwerdana biyanî ya zirardar, û pabendbûna wê ya ji bo xurtkirina diyaloga siyasî, çareserkirina pêdiviyên mirovî yên lezgîn, û piştgirîkirina vejîn û ji nû ve avakirina civakî û aborî li Sûriyeyê” piştrast kir.