New York-SANA
Di Çalakîyên Lûtkeya Concordiayê de ku di çarçoveya Karên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê pêk hat, Hevpeyivîna Serok El-Şara’ bi General David Petraeus re, Rêvebirê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayî (CIA). Hûrgilîyên hevpeyivînê jî ev bûn:
Serok El-Şara’ da xuyakirin ku: “Sûrîyeyê, gelek pirsgirêk û alozî bi xwe re anîne, ji bilî wê jî, hindek alî hene ku dixwazin ku nakokîyên mezhebî gur bikin da ku berjewendîyên xwe bînin cî û Sûrîye bikin qada çareserkirina hesabên herêmî.”

Her weha Serok El-Şara’ tekez kir ku: “Dewleta Sûrîyê bi yek çavî li hemî welatîyên xwe dinêre û tu cîyawazîyê naxe navbera wan, û jê tê xwestin ku kesên ku tedarîyê digihînin her sivîlekî, li gorî qanûnê bên sizakirin, ji ber ku qanûn maf û erkên hemîyan garantî dike.”
Wekî din jî, Serok El-Şara’ bal kişand ser: “Pêwîstîya avêtina gavên têkuz ji bo kontrolkirina belavbûna çekan û sînordarkirina wan di destê dewletê de. Ji bilî wê jî, tevlêkirina hemî hêz û komên çekdar di nav artêşa Sûrîyê de.”
Der barê HSDê de jî, wî tekez kir ku: “Pêwîst e hêzên HSDê tev li artêşa Sûrîyê bibin da ku fêde ji ezmûna wan bê kirin.” Li alîyê din jî got: “Divê karûbarên leşkerî û ewlehîyê navendî bin. Wekî din jî, divê fermandarîyeke wan a yekgirtî û berfireh hebe ku fermanên zelal bin û li gorî qanûnê bin.”
Her weha Serok El-Şara’ lê zêde kir: “Ji bo wê yekê, em di danûstandin û dîyalogên xwe de li ser wê yekê sekinîn ku divê çek tenê di destê dewletê de be û artêşeke yekgirtî bê avakirin ku hemî hêz û komên heyî beşek ji artêşa Sûrîyeyê ya nû bin.”

Her weha Serok El-Şara’ got: “Me di serê rûniştina xwe ya ewil de ji Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re got ku “mafê Kurdan parastî ye, vêca heke hûn ji bo wî mafî şer dikin, tu pêwîstî bi rijandina dilopeke xwînê tune, hew tê xwestin ku hûn tev li dewleta Sûrîyeyê bibin,” wê gavê destûr dê mafê Kurdan ên ku wekî tevahîya gelê Sûrîyê tûşî zordarîyê bûne, biparêze, ji bo wê yekê, em naxwazin ku dîmenên dijwar dîsa dubare bibin di dewleta nû de, belkû me dil heye ku hemî Sûrîyan bigihînin hev.
Der barê peyama 10 Adarê de ya bi HSDê re, Serok El-Şara’ got: “Derengî di pêkanîna peymanê de heye.” Her weha destnîşan kir ku: “Mana HSDê ya li bakurê rojhilatê Sûrîyeyê bi çi hêncetî be, Tirkîye û Îraqê tûşî metirsîne mezin dike, ne tenê ew, belkû Sûrîye bixwe jî ber bi nakokîyên navxweyî ve dibe, ji bo wê yekê, divê ev derfeta dîrokî were xebitandin ku bikeve di berjewendîya her du de alîyan pêk ve; Sûrîye û HSDê.”