Emman-SANA
Marie Horvers,piştrast kir ku dê Yekîtîya Ewropayê piştgirîya gelê Sûrîyê yê li hundir û li welatên derdorê -bi taybetî yên li Urdunê- bike.
Her weha wê rave kir ku Yekîtîya Ewropayê ji sala 2011an ve heta 2024an bi rêya Sindoqa “Meded”,bi beşdarî û endmatîya 21 welatan, Tirkîye û Brîtanya jî di nav de, piştgirîyeke bêhtirî ji 2.38 milyar euroyî daye.
Wekî din jî, wê destnîşan kir ku piştgirîya giştî ya ji Yekîtîya Ewropayê û welatên endam, gihîştiye 35 milyar euro; 15.61 milyar euro ji Komîsyona Ewropayê hatiye, ku bernameyên perwerde, tenduristî, xizmetguzarîyên civakî û parastinê vedihewand.
Hêjayî gotinê ye ku Yekîtîya Ewropayê di 27ê Gulanê de ragihand ku alîkarîya mirovî ya ji bo Sûrîyan îsal bêhtirî 202 milyon euroyî ye, û di 20ê Gulanê de jî hemû sizayên aborî yên ku li ser Sûrîyê hatibûne ferzkirin, rakirine.