Şam-SANA
Berpirsê Karûbarên Nûnertîya Yekîtîya Ewropayî ya li Sûrîyeyê, Mîchael UNMACHET, der barê rêbazên piştgirîya cotkarên Sûrî li hemberî pirsgirêkên jîngehî de, bi Cîgirê Rêveberê Giştî yê Rêxistina Xwerebarî û Çandinîyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) re, da û stand.
Her weha îro UNMACHET di posteke xwe ya “X”ê de anî ziman: “Ez kêfxweş bûm ku bi şandeya FAOyê ya bi serokatîya Cîgirê Rêveberê Giştî, Maurizio Martina re civîyam. Me li ser rêbazên xurtkirina hevkarîya xwe ji bo piştgirîya cotkarên Sûrî li hemberî kêşeyên wekî qirêjî û kêmbûna avê, nîqaş kir.”
Hêjayî gotinê ku di Hezîrana borî de Rêxistina Xwerebarî û Çandinîyê (FAO) ragihand ku şert û mercên hewayê yên dijwar ên ku îsal çandinîya Sûrîyeyê tê re borî, yên her xirab bûn di nava 60 salên çûyî de.