Pekîn-SANA
Lêkolîner û endezyarên Çînî, çareserîyên avahîsazî yên domdar pêş dixin; armanc jê xerckirina enerjîyê û kerbona ku ji encama wê çêdibe li bajaran kêm bikin.
Ev yek bi rêya bikaranîna robotan ji bo jihevxistina avahîyan û jinûvebikaranîna parçeyên wan tê encamdan, her wiha sûdê ji tevgera hewaya xwezayî werdigirin ji bo avahîyan hênik bikin.
Torra Televizyonê ya Navneteweyî ya Çînê (CGTN) di rapora xwe ya duh Sêşemê de, dîyar kir ku lêkolînerên li Enstîtuya Jîngehên Mirovan ên Paşerojê, ya ser bi Fakulteya Xwendina Bilind a Navneteweyî ve li Zanîngeha Tsinghua ya Çînê, li ser pêşxistina hin şêwazên avakirinê dixebitin, bi awayê ku rê bide robotan da avahîyan ji hev bixin, û karibin materyalên wan careke din bi kar bînin.
Di heman demê de, endezyaran li bajarê Guangzhou, nimûneyeke hênikkirina avahîyên bilind ên dighêjin ewran xistine ezmûnê, bi taybetî ji bo nûjenîya teknîkî, bi rêya bayên hênik ên çeman û pencereyên hewadarkirinê yên xwezayî.
Profesor Peter Russell, yê Zanîngeha Tsinghua, dîyar kir ku armanc ji van ceribandinan, ew e ku bikaranîna rêbazên kevneşopî yên hilweşandinê û pergalên sarkirinê kêm bikin, û bandora nerênî ya wan avahîyan li ser jîngehê di seranserî heyama jîyana wan de sînordar bikin, bi awayê ku temenê materyalan dirêj bike, çop û şûnmayan kêm bike, û karîgerîya bikaranîna çavkanîyan baştir bike.

