Pekîn – SANA
Lîstikên bi liv û tevger, wek bazdan, çemkirin û avêtina gogan, ne tenê çalakîyeke kêfxweşîyê ne ji bo zarokan; lê belê ew rêyan li pêş wan vedike da ku şarezayî û behreyên xwe pêş bixin, her wiha bikarin riftarên xwe kontrol bikin, serederîyê ligel helwestên cihêreng bikin û bi awayekî kartêker danûstandinê bi hevalên xwe re bikin.
Li gorî raporekê ku malpera Sciencemagê ya taybetmend e di warê belavkirina nûçeyên zanistî û teknolojîk de, ku duh Duşemê belav kiribû, hatiye dîyarkirin ku lêkolînerên Zanîngeha Shenzhenêy a Çînî, bi hevkarîya lêkolînerên Zanîngeha Pekînê ya Mamosteyan, derbarê bandora çalakîyên fizîkî yên zarokan li ser reftarên wan ên hestyarî û civakî di qonaxa berîya dibistanê de lêkolînek pêk encam daye.
Encamên wan lêkolînan diyar kiriye ku şîyanên zarokan ên bêhnfirehî û xwekontrolkirina di dema kelecanîyê de û rêkûpêkirina bersivdana wan a hestyarî baştir dibin; ev tev jî behre û şarezayî ne ku dihêlin asta baldarîya wan bilind bibe, her wiha derfetê didin wan ku xwe ragirin berîya karekî bikin, û serederîyê bi awayekî çêtir ligl helwestên cuda bikin.
Li ser asta civakî, lîstikên komî zarokan hîn dikin ku çawa rêzê li qanûnan bigirin, çawa li benda dorê bimînin û serketin û têkçûnê qebûl bikin, her wiha fêrî hevkarîya bi kesên din re ji bo gihîştina armanceke hevbeş dibin, ku ev yek şîyana wan a avakirina pêwendîyên erênî bi hevalên wan re xurt dike.