Waşington – SANA
Kompanya OpenAI destpêkirina taybetmendîyeke nû di ChatGPTê de bi navê Intelligent UI (Rûkara Zîrek) ragihand.
Ev taybetmendî derfetê dide alîkarê zîrek ku di nav heman bersivê de nivîs, hêmanên dîtbarî û înteraktîf bi hev re pêşkêş bike; mîna grafîk, dîyagram, bişkok û wan amûrên ku mirov dikare rasterast di nav sohbetê de bi kar bîne.
Kompanyê duh Çarşemê di daxuyanîyeke fermî de da zanîn ku ev taybetmendî hevdem ligel derxistina GPT-6 di ChatGPTê de hatiye berdestkirin.
Ew rê dide dirustkirina hêmanên înteraktîf ên wekî makîneyên hesabê, amûrên dabeşkirina fatûreyan û grafîkên zindî, ligel wêne û navgînên dîtbarî yên ku di hêsankirina mijarên aloz de dibin alîkar.
Li gorî OpenAIyê, modela GPT-6 hatiye rahênankirin da ku li gorî naverok û awayê pirsê qalibê herî guncaw ji bo bersivê hilbijêre; bi vî rengî ew dikare li şûna ku tenê xwe bispêre bersivên nivîskî, agahîyan di dirûvê nivîs, dîyagram, berawirdkirina dîtbarî yan amûreke înteraktîf de pêşkêş bike.
Ev taybetmendî rê dide bikarhêner ku bi hin pêkhateyên bersivê re têkilîyê deyne, daneyên têketinê biguherîne û encaman rasterast di nav hevdîtinê de bibîne.
Bi vî awayî qada bikaranîna ChatGPTê berfirehtir dibe, da ku ligel dayîna zanyarîyan û bersivdana pirsan, çêkirina amûrên pratîk ên hêsan jî li gorî hewcedarîyê li xwe bigire.