Moskow-SANA
Lêkolînerine li Zanîngeha Moskowê ya Dewletê, rêbazeke otomatîk ji bo eşkerekirina şaşî û nakokîyên muhtemel di komên daneyên zimanzanî yên şîrovekirî de, yên ku di hînkirin û nirxandina sîstemên kargêrîya ziman û zîrekîya destkird de tên bikaranîn, pêş xistin.
Ajansa “Sputnik”ê pêr dîyar kir ku ev rêbaz xwe dispêre hînkirina modeleke bi bikaranîna heman koma daneyên zimanzanî, paşê destnîşankirina wan hevokên ku dikarin ji alîyê hevoksazîyê ve bi zêdetirî rêbazekê werin ravekirin û wekî rewşên ku hewcedarîya wan bi çavdêrîya pisporan heye tên destnîşankirin.
Lêkolîneran ev rêbaz li ser komeke şaxî ku 8199 hevok di nav de hene ceriband. Sîstemê karî 1148 rewşên ku zêdetirî raveyekê li xwe digire destnîşan bike, di nav wan de 1078 rewş girêdayî nîşanên xalbendîyê ne, nemaze bêhnok.