Moskova-SANA
Hin lêkolînerên Rûs ên Zanîngeha Elektroteknîkî ya Saint Petersburgê (LETI) bi hevkarîya ligel Enstîtuya Saint Petersburgê ya Dîrokê, karîbûn bi rêya bikaranîna teknolojîyên dîtbarî, nîgar û nivîsên nezelal ên belgeyên dîrokî yên sedsalên çardeh û panzdehan vegerînin, bêyî ku zirarê bidin çermê rizîyayî yan jî nimûneyan jê bibin.
Lêkolînê, nameyên fermî yên ku ji alîyê Doqên Bunduqîyê ve ji bo birêvebirên Trevisoyê û kaptanên keştîyan hatibûn şandin li xwe girtin, ku tîmê karîbû têbînîyên jêbirî ji deh belgeyan bixwîne. Ev yek bû alîkar di dîyarikirina çavkanîya wan de, û texmîn zêdetir kirin ku ew ji arşîva nivîsgeha birêvebirê Trevisoyê ne.
Her wiha analîza tîrêjî dîyar kir ku lekeyên tarî yên li ser yek ji destnivîsan, bi îhtîmaleke mezin encama çalakîya jîndarine hûr di dema depokirinê de ne, ne ku şopên diwêtê an jî kevinbûna sirûştî ye, ku ev yek zanyarîyên nû ji bo têgihiştina mekanîzmayên têkçûna belgeyan peyda dike.
Ev teknolojîya nû dergehên ewle ji bo lêkolînkirina destnivîs û belgeyên şûnwarî yên rizîyayî vedike, û piştgirîya hewldanên çaksazkirina wan, tevî vegerandina metin û zanyarîyên ku dihat texmînkirin ku bi demê re winda bûne, dike.