Waşington-SANA
Sepana “WhatsApp”ê li ser pêşxistina taybetmendîyeke nû kar dike ku rê dide bikarhênerên xwe roja jidayîkbûna navê kesên li cem wan tomarkirî bi bîr bîne, ew jî bi rêya şandina agahdarîyan di hundirê sepanê de, di gavekê de ku dişibe taybetmendîyeke di platforma “Facebook”ê de heyî.
Malpera “WABetaInfo”ê ya taybet bi şopandina nûkirinên sepana “WhatsApp”ê, pêr Pêncşemê dîyar kir ku ev taybetmendî di guhartoya herî nû ya ceribandinê ya sepana taybet bi sîstema Androidê dîyar bûye, lê ew hîn tê pêşxistin û ji bo ceribandina giştî nehatiye pêşkêşkirin.
Li gorî malperê, ev taybetmendî dê rê bide bikarhêner ku di hundirê sepanê de agahdarîyekê wergire dema ku roja jidayîkbûna yek ji kesên tomarkirî ku zanyarîyên zayîna wî peyda dibin bê, ligel şîyana vekirina rasterast a axaftinê ji bo şandina pîrozbahîyê.