Pekîn – SANA
Li gorî kovara zanistî ya Amerîkî “ACS Nano”yê, tîmeke lêkolînê li Çînê, tozeke nûjen a spîkirina diranan çêkirîye ku bi lerizînên firçeya diranan a elektrîkî tê çalakirin.
Ev toz spîkirina diranan, parastina mînayê û tendirustîya pidûyan bêyî bikaranîna madeyên kîmyewî di nav xwe de hewandîye.
Lêkolînê, ku li nexweşxaneyeke diranan a Şanghayê hatîye kirin, aşkere kir ku toza bi navê BSCT xwe dispêre têkeleke îyonên stronsîyom û kalsiyomê ligel tîtanatê baryomê.
Dema ku rastî lerizînan tê, toz cureyên reaktîf ên oksîjenê hildiberîne ku molekulên lekeyên rengîn ên li ser diranan parçe dikin.
Tîmê, amaje bi wê yekê kir ku toz ne tenê lekeyan radike, lê di heman demê de dibe alîkar ji bo bihêzkirina diranan û sererastkirina mîna û denta zirardîtî, ji ber ku îyonên metalî li ser rûyê diranan rûdinin da ku pêkhateya wê bihêz bikin.
Ceribandinên li ser diranên mirovan ên ku bi qehwe, çay û bacanê sor lekeyî bûbûn, piştî 4 saetan ji paqijkirinê, di rengê wan de başbûneke berçav nîşan dan û spîbûn piştî 12 saetan ji bikaranînê li gorî nimûneyên din bi rêjeya 50% zêde bû.