Wașington-SANA
Konpanya Google kar ji bo pêkanîna çakkirinên girîng di panela “Sazbendîyên Bilez” (Quick Settings) de di pergala Androida 17ê de dike. Armanc ji vê yekê hêsankirina ezmûna bikaranîna rojane û lezkirina kontrolkirina sazbendîyên bingehîn e, bi taybetî yên toran.
Kenala Mystic Leaks dîyar kir ku Google giranî daye ser du nûjenkirinên serekî ji bo çareserkirina kêşeyên sêwirandin û peywirîyê yên ku bikarhêneran demeke dirêj gazin jê dikirin.
Yek ji taybetmendîyên herî girîng ên çavrêkirî, veqetandina bişkokên Wi-Fi û Daneyên Mobîlê (Mobile Data) ye, ku ev yek sivikayî û leza kontrolê peyda dike. Ev gava Google nîşana arasteya wê ye ber bi bilindkirina asta başbûna ezmûna bikaranînê bêyî ku guhertinên bingehîn çêke.