Waşington – SANA
Sepana Instagramê taybetmendîyeke nû bi navê “Your Algorithm” da destpêkirin, ku dihêle bikarhêner bizanibin çima hin klîbên Reelsê di kurtekên wan de xuya dibin, ligel şîyana sererastkirina pêşnîyaran bi rengekî rasterast. Armanca vê gavê ew e ku naveroka li mirov xweş neyê kêm bike û kontroleke mezintir bide bikarhêner li ser tiştên ku temaşe dike.
Bloga Metayê dîyar kir ku ev taybetmendî bi nîşandana lîsteyek bi tiştên sereke yên bikarhêner guh dide wan ku ji hêla xewarizmîya sepanê ve têne destnîşankirin, li ser bingeha tiştên mirov bi wan re têkildar dibe dixebite.