Waşhington – SANA
Serokê Cîbicîkar (CEO) ê platforma “YouTube”yê yê sala 2025an Neal Mohan, hindek rêzikên tund li bikaranîna medyaya civakî ya zarokên xwe kudi rojên xwendinê de qaîdene tundtir ji yên di bêhnvedana dawîya hefteyê de, dide ferzkirin.
Ev tedbîr di çarçoveya meyleke zêde di navbera serokên mezin ên şirketên teknolojîyê de tên, ji bo kêmkirina bandorên amûrên dîjîtal li ser zarokan, di bin sîya hişyarîyên pisporan de derbarê bandorên derûnî û reftarî yên zêdebikaranîna wan.
Tê zanîn ku sepana “YouTube Kids”ê, ku di sala 2015an de hatibû destpêkirin, yek ji wan gavan bû ku armanc jê pêşkêşkirina naverokeke ewle û guncaw ji bo zarokan bû, û dayîna amûran ji bo malbatan da ku ezmûna dîjîtal a zarokên xwe kontrol bikin.