Dêrezor – SANA
Îro Yekşemê, li gundewarê rojavayê Dêrezorê di dema pûçkirina mayînan de, leşkerekî Artêşa Sûrîyê şehîd bû û duyên din birîndar bûn.
Rêveberîya Ragihandin û Pêwendîyan a Wezareta Berevanîyê ji SANAyê re ragihand ku li bajarokê El-Terîfê yê gundewarê rojavayê Dêrezorê, di dema pûçkirina mayîn û bermayîyên şer de leşkerek şehîd bûye û duyên din birîndar bûne.
Di 7ê vê mehê de jî, li devera Meyadînê ya gundewarê rojhilatê Dêrezorê, di encama teqîna mayîneke ji bermayîyên rejîma rûxîyayî de leşkerek şehîd bûbû û yekî din birîndar bûbû.

