Idlib-SANA
Îro Sêşemê, bi sereperştîya parêzgeha Idlibê û çavdêrîya Rêveberîya Kar û Karûbarên Civakî, 314 malbat ji kampên bakur vegeriyan navçeyên xwe yên resen. Ev veger bi hevahengîya rêxistina “Muzun”, Heyva Sor a Sûrîyê û Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî pêk hat, di çarçoveya plana piştevanîya vegera xwebexş a koçberan û xurtkirina aramîya wan li herêmên ku di heyama şoreşê de jê hatibûn koçberkirin.
Karwanê vegerê ji 1564 kesan pêk dihat. Malbat berê xwe didin gundewarê başûrê Idlibê, bi taybetî bo gund û bajarokên: Has, Me`rethurme, Kefernibul, Kefersicne, El-Hebît, Xan Şêxûn, Termela, Besqela û Keferûme, her wiha du malbat jî berê xwe didin parêzgeha Hemayê.
Rêvebera Rêveberîya Kar û Karûbarên Civakî li Idlibê Ehlam El-Reşîd di daxuyaniyekê de ji bo SANAyê tekez kir ku ev karwan beşek ji hewldanên dabînkirina vegera ewle û bi rûmet a xelkê ye bo gund û bajarokên wan li gundewarê başûrê Idlibê.
Ehlamê dîyar kir ku ev karwanê dehemîn e di nav karwanên vegera xwebexş de, û nêzîkî 1300 malbatên din hîn di lîsteya bendewarîyê de ne.
Her wiha navborî amaje bi hevahengîya alîyên peywendîdar kir ji bo dabînkirina pêdivîyên veguhastin û niştecîkirinê da ku veguhestina malbatên mayî li pey hev were temamkirin.










