Şam – SANA
Pileya germê li herêmên rojhilat û Cizîrê ber bi bilindbûnê ve diçe, da ku hinekî ji rêjeyên xwe yên asayî bi derdora 4-6 pileyên sîlîsîyos bilindtir bibe. Li hember vê, li herêmên din ên Sûrîyê pileya germê ber bi daketinê ve diçe û digihêje rêjeyên xwe yên salane yan hinekî kêmtir, ligel ku hewa li rojava biharî û germ û li rojhilat germ dimîne.
Li gorî Rêveberîya Keşnasîyê ya Niştimanî, hewa îro Pêncşemê danê rojê hinekî bi ewr dibe, ligel egera barîna baraneke sivik li hin beşên herêma peravê, navendî û bakurê rojava. Hewa li herêmên rojhilat, Badîyê, Cizîrê, bakur û başûr tozdar dibe.
Hewa bi şev diguhere û hênik dibe û li deverên çîyayî yên berz ber bi sermahîyê ve diçe, ligel hişyarîyên çêbûna mijê serê sibehê li herêma navendî.