Reqa-SANA
Îro Pêncşemê du zarokên din ji ber xwarina kuvarkên jehrî li Çandingeha Tişrînê ya gundewarê bakurê Reqayê mirin û bi vê yekê hejmara zarokên mirî gihîşt sisêyan. Sê zarokên din jî li nexweşxaneyên parêzgehê tên dermankirin.
Serokê Beşa Herisînê ya Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê Nasir El-Elî ji SANAyê re got ku zarok duh di rewşeke xirab û metirsîdar de gihîştin nexweşxaneyê.
Wî dîyar kir ku zarok çar rojan li malê bi awayekî bêserûber û bi dermanên dermanxaneyê hatibûn dermankirin û demildest nehatibûn nexweşxaneyê, lewma rewşa wan xirabtir bû.
El-Elî da zanîn ku Neda El-Casim a deh salî û Ehmed El-Casim îro mirin û zarokên din hîn tên dermankirin.
Wî got ku zarok xizmên hev in; çar ji wan xwişk û bira ne, yên din jî zarokên apên wan in.