Şam-SANA
Di 24 saetên borî de, ji encama hejmarek bûyerên trafîkê û şewatên ku li herêmên cuda cuda yên Sûrîyê rû dan, kesekî jîyana xwe ji dest da û 21 kesên din jî birîndar bûn.
Tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê li Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, bersiv wan da.
Parastina Sivîl, îro Pêncşemê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku tîmên wê bersiva 9 bûyerên trafîkê daye; di encama wan de kesekî jîyana xwe ji dest daye û 18 kesên din jî birîndar bûne.

Alîkarîya seretayî bo birîndaran hat pêşkêşkirin, û piştre bi armanca dermankirina pêwîst bo nexweşxaneyan hatin veguhastin, her wiha şûnmayên bûyeran hatin rakirin û cihên wan hatin ewlekirin.

Parastina Sivîl careke din tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e ajokar pabendî sînorê lezê bibin, ji rewşa teknîkî ya otomobîlê, xebitîna fren û paqijkerên caman piştras bibin, û ji reftarên şaş ên ku baldarîyê di dema ajotinê de kêm dikin, mîna bikaranîna telefona destan, dûr bikevin.
Li alîyekî din, tîmên Parastina Sivîl bersiva 44 şewatan da, ku li nava malan, dikanên bazirganîyê, gîya, dar, zibil û kabloyên elektrîkê derketibûn; şewat hatin vemirandin, cihên wan hatin sarkirin û ewlekirin.

