Şam – SANA
Wezareta Peywendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan piştrast kir ku pabendîyên Koma Zainê dîyarkirî, eşkere û neguhêrbar in.
Wezaretê da zanîn ku tevî alozbûna yasayî, rêxistinî û teknîkî ya rêkar û temamkirina belgeyên girêdayî damezrandin, wergirtina moletê û destpêkirina karê operatorê nû, prose bi awayekî tekûz û li gorî plana dîyarkirî bi rê ve diçe.
Îro Çarşemê, Wezaretê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê eşkere kir ku ew haydarî wan gotegot û agahîyên derbarê operatorê nû yê telefona destan e ku li ser toran tên belavkirin; her wiha bal kişand ser wê yekê ku danûstandinên bi Koma Navneteweyî ya MTNê re berî ragihandina serkeftîyê mezada moleta nû bi dawî bûbû.
Wezaretê her wiha got: “Li gel zêdebûna “çavkanîyên agahdar”, em bang li her kesî dikin ku zanyarîyan tenê ji yekane alîyê ku serwextî hemû hûrgilîyên vê dosyayê ye wergirin, ku ew jî Wezareta Peywendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan e.”

