Tertûs-SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Tertûsê endamên toreke tawankar ku kesekî ku pileya zêrevanê wezîrê navxwe dabû xwe serkêşîya wê dikir, desteser kirin; wî ev pileya sexte ji bo xapandina welatîyan û destdanîna li ser wesayîtên wan bi kar anîbû.
Hêzên Ewlehîya Hundirîn îro Înê ragihand ku lêkolînên destpêkê derxistin holê ku endamên torê wesayît ji xwedîyên wan bi kirê digirtin, paşê jî her wesayîtek bi nêzîka 300-400 hezar lîreyên Sûrî, bi awayekî neyasayî difiroştin.
Di encama operasyonê de 6 kes hatin girtin -serkêşê torê yê bi navê (M.E) jî di nav de- û 17 otomobîl ji eslê 18 otomobîlên ku hatine dizîn hatin vegerandin û hewldan ji bo vegerandina otomobîla dawî berdewam in, ji bilî vegerandina tibabek pere ku nêzîkî 915 hezar lîreyên Sûrî ye.
Girtî ji bo temamkirina lêpirsînan û wergirtina rêkarên qanûnî yên pêwîst derheqê wan de, radestî alîyên peywendîdar hatin kirin.








