Şam-SANA
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrîyê (SANA), îro Duşemê, armancgirtina nûçegihanekî xwe ji alîyê hêzên dagirkerîya Îsraîlê ve bi gulebarana rasterast, di dema bicihanîna erkê xwe yê pîşeyî de ji bo belgekirina azarên şênîyên gundê Bi’ir ‘Ecemê ligel binpêkirinên dagirkerîyê li gundewarê Quneytirayê, bi tundtirîn şêwe şermezar kir.
Ajans piştrast dike ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya azadîya xebata rojnamegerîyê ye, û binpêkirina yasa û peymanên navneteweyî ye yên ku parastina rojnamegeran di dema cîbicîkirina erkên wan de misoger dikin, her wiha di çarçoveya êrîşên berdewam ên Îsraîlê de li ser axa Sûrîyê pêk tê.
SANA dupat dike ku armancgirtina rojnamegeran û hewldana rêgirtina li wan ji bo veguhastina rastîyan û belgekirina azarên sivîlan, destdirêjîyek e li ser azadîya çapemenîyê û li ser mafê raya giştî di zanîn û gihîştina bi zanyarîyan de.
SANA, wekî berpirsyarîya xwe ya rojnamevanî, pabendbûna xwe bi berdewamîya pêkanîna peyama xwe ya medyayî û pîşeyî di veguhastina rastîyê û belgekirina azarên Sûrîyan de, nû dike.
Ajans di heman demê de tekezîyê li ser parastina mafê medyakaran di karkirina bi azadî û ewlehîyê de dike, dûrî her cure gefxwarin an armancgirtinekê.
