Şam-SANA
Şirketa Sûrî ya Elektrîkê, îro Yekşemê, li baregeha xwe ya li Şamê, ligel kompanya “WASION”ê ya Çînî ji bo dabînkirina 6.5 milyon saetên zîrek ên ku pêşwext tên dagirtin, peymanek îmze kir.
Ev peyman dabînkirina 6 milyon saetên yek-fazî û 500 hezar saetên sê-fazî li xwe digire, bi mebesta bihêzkirina pergalên pîvana zîrek û bilindkirina karîgerîya birêvebirina xerckirina enerjîyê li Sûrîyê.

