Şam – SANA
Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê li Sûrîyê li ser zimanê Rêveberê Têkilîyên Giştî Mazin Elûş, nûçeyên derbarê belavbûna nexweşîya Taya Dev û Lingan “Foot-and-Mouth Disease” di nav sewalan de li Sûrîyê red kir. Desteyê tekez kir ku ev gotegot ne rast in û xwe naspêrin ti raporên bijîşkî an fermî.
Ev zelalkirina qutbir wek bersivekê dijî biryara Wezareta Çandinîyê ya Iraqê bû, ku li ser bingeha wan agahîyên şaş, derbaskirina kamyonên sewalên Sûrîyê (Tranzît) di erda xwe re rawestandibû. Elûş eşkere kir ku rayedarên Sûrîyê yekser bi alîyê Iraqî re ketine pêwendîyê ta ku wan bi rewşa tendirustî û selametîya sewalan agahdar bikin. Wî da zanîn ku tevgera hinartina pez û sewalan di rêya Urdun û benderên deryayî re bi awayekî asayî ber bi welatên Kendavê ve, bêyî rûdana ti astengîyên tenduristîyê berdewam e.
Di dawîyê de, berpirsê Sûrîyê tekezî li ser berdewamîya hevrêzî û hewldanên dîplomasî ligel alîyê Iraqî kir ta ku ev biryar di zûtirîn dem de were betalkirin; ev yek jî bi armanca parastina berjewendîyên bazirgan û xwedîyên sewalan ên Sûrî û dûrketina ji zirarên aborî di vê sektora jîndar û giring de ye.
Hêjayî ye gotinê ku nexweşîya Taya Dev û Lingan nexweşîyeke verûsî û zûbelav e, li dewar û sewalên xwedî sim mîna çêlek, pez, û bizinan dikeve, ji nîşanên wê yên sereke derketina pizikên biêş li ser ziman, pidû, sim, û pêsîrê sewalan, ligel ta û girêzeke dijwar e. Ev nexweşî dibe sedema paşveçûneke berçav di berhemên goşt û şîr de.