Şam – SANA
Îro Sêşemê, Encumena Gel bombebarana balafirên Urdinê ya duh Duşemê li ser çend deverên gundewarê Derayê şermezar kir, ku di encamê de sivîlên di nav wan de jin û zarok jî hene bûn qurbanî. Encumenê sersaxî da malbatên şehîdan û ji bo birîndaran jî başbûna lezgîn xwest.
Encumenê di daxuyanîyeke li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê, banga vekirina lêpirsîneke hevbeş di navbera hikûmeta Sûrîyê û ya Urdinê de kir û tekezî li ser kûrahîya pêwendîyên biratîyê yên di navbera her du gelên Sûrî û Urdinî de kir.
Rêveberê Tenduristîyê yê Derayê Dr. Xalid El-Emyan serê sibeha îro ragihandibû ku hejmara qurbanîyên êrîşên Hêza Esmanî ya Urdinê yên li ser çend deverên gundewarê Derayê gihiştiye 7 kesan; ku ew jî 3 zarok, jinek û 3 mêr in yek ji wan kalemêr e. Her wiha di encama van êrîşan de 3 kesên din jî birîndar bûne ku du ji wan mêr û yek jî zarok e.