Şam-SANA
Çalakîyên Pêşangeha Sûrî ya Navneteweyî ya Ewlehî û Selametîyê «FORTIX 2026», îro Yekşemê li ser xaka Bajarê Pêşangehan ê Şamê dest pê kir. Ev yek, ji alîyê Şirketa «Wesm» a Çareserîyên Elektronîk û Programên Zîrek ve, bi hevkarîya ligel Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, û bi beşdarbûna sazîyên hikûmî û şirketên pispor tê organîzekirin.
Pêşangeh bûyereke niştimanî ya pispor e û cara yekem e ku bi vî rengî li Sûrîyê çêdibe. Ev pêşangeh nûtirîn teknolojî û çareserîyan di warên ewlehî, selametî, parastina sivîl, vemirandina şewatan, birêvebirina rewşên awarte û karesatan û ewlehîya sîberî de pêşan dide; her wiha dîyalogê, semînerên pisporî û komxebatan bi beşdarbûna 35 pispor û şarezayan ji çend welatan li xwe digire.

Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih, di gotareka destpêkirina pêşangehê de, bi armanca xurtkirina parastina mirov û dezgehan, bal kişand ser girîngîya çareserîyên ewlehî û selametîyê, teknolojîyên zîrek û sîstemên bersivdayîna rewşên awarte ku yekem car tên nîşandan.

