Şam-SANA
Wezareta Hundir a Sûrîyê ragihand ku di çarçoveya lêpirsînên berdewam ên derbarê windabûna zarokên Dr. Ranya El-Ebasî, wezaretê bi rêya lêpirsînê ku bi hejmarek girtî re encam dane, gihîştiye agahî û belgeyên ku nîşan didin zarok ji alîyê kom û milîsên ser bi rejîma revîyayî ve hatine kuştin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Şemîyê ragihand: “Desteya Niştimanî ya Windayan bi hevkarîya wezaretê dîmenên vîdyoyî û agahîyên têkildarî dozê parve kirin, ku ev yek bû alîkar ji bo piştgirîkirina pêvajoya lêpirsînê û xurtkirina belgeyên berdest.”
Wezaretê her wiha got: “Lêpirsînên destpêkê nîşan dan ku destê kesê bi navê Emced Yûsif di vê tawanê de heye, di heman demê de alîyên peywendîdar temamkirina lêpirsînan, komkirina belgeyan û şopandina tawankarên din ên pêşbînîkirî berdewam dikin, da ku rêkarên yasayî yên pêwîst li dijî wan werin wergirtin.”
Wezaretê dîyar kir ku ew dê raya giştî ji her nûçeyeke nû yan encamên nû agahdar bike piştî ku rêkar û lêpirsînên heyî bi dawî bibin, da ku rastî bi temamî derkeve holê û dadmendî ji bo qurbanîyan û malbatên wan pêk were.
Wezaretê sersaxî û hevxemîya xwe ya kûr ji bo malbata zarokan nîşan da û ji Xwedê xwest ku rehmetê li qurbanîyan bike û sebir û silametîyê bide malbatên wan.